From www.omeranli.com
| Fatma Bulduk
|
| Fatê Xelê
|
| Doğumu
|
Altılar
|
| Ölümü
|
|
Fatê Xelê Altılar Köyünden. Süleyman BULDUK un eşidir.
Xwenga Fatê Xelê, Gula Heciomer di panzdeh saliya xwe de serber tev çû.
Fatê li ser wê ew kilama li jêr gotibû. Bi şeweta xwenga xwe Fat bû şareyek bi nav û deng. Fatê li ser xwenga xwe weng gotibû [1];
| “
|
- Were were Gulê were
-
Were were Gulê were
Ka mala ku kekî min çêkirî tu dayî berê
Xwedê ji pênc sala şûva dergûşek da xwenga min
paşê li xelkê biyê zelberê
Gundo Gulik çinga rind e
Ê mîna ji meyayek ji jêr da tê pîl bi cang e
Gulik bûka malê bavê
Ê li goristanê Altilerê ramediye
Bogirê li bê, ênîyê li tavê
Eza bi kurbana xwenga xwe kim cutê metikê min ê
di destî hev de sondxwarî ne li mala bavê
Gulik keçika Êma Dînê
Felekê di taldî sanciya de tide qolincên xwenga min dihelîne
Ji herdê xelkê jinek e
Ji herdê min piştpaza kekî min î siwara ser mehîn e
Feleka bê bext carekê musadeke
Ma dergûşê xwe goçke, bimêjîne
Xwengê dilê min ji duh va
Birînê min helgirtin kulê min ji nû va
Kekî min çiqasî dilqeyîm e
Go ma bi kurban be Miçkî min bi Remikê va
Ev Xwedê dane te ji derd û kula ji şêşt salî bi şuva
Were were bûkê were
Rêka dewrê hatiye ber e
Ez kurbana çavê çaqir
Şem kurbana perçema zer e
Li nav nava bûkê li nav nava
Şerî felekê li ber mala xwenga min heltîne gava
Mala xwenga min şewitî ji çava
Tu ê hîna genca malecer î
Îşê te çî ye li nav şîna û li nav zirava
Gula dilê min î hêwo
Gavkê tere gavkê têyo
Mala baciyê min a şîrîn î bi me tal biyo
Em carka din narinî malê Heso wo.
| ”
|
| —Fatê Xelê,
|
Dip Notları
- ↑ ji dengî Fatê, xwûşka wê Altunê wergirtîye.