Lalê Elî

From www.omeranli.com

Jump to: navigation, search
Latife Erdoğan
Doğumu

Tavşançalı
Ölümü




Ji ro helat heta ro ava
Sêvrikê xwe da bendê safa
Kuleka eşkersizi li Hecoyî Xoce derketiye
Bavê Nevzatî min mir ji nişkava
Koma min ji îşê gêvir hat bi berbankê xwe va
Uçaxa gêver bişevite, hamal birin
Her kendalekî da hen lê peyakirin
Keçik lavika terka dê û bava kirin
Ar vi mala gêvir keve,
xweng û bira ji hev sar kirin
Kurkê xal û mata hevdi nasnekirin
Giştika keçik û lavik li vir venda kirin
Bişevite Avrupa şevitî, çiqesa bi biha ye
Hajê ne ne ku qova sovê gêrbû bi ser da
Ê ditirsine xwev nakeva çava heta birbangê
Ki çûçik xwe tavêne ber pencerê

Gotin: Lalê Elî,


Kilama şivên

Min go barke barke şivan barke
Ker cibîne hesp timarke
Bana kuçkî Qerebêş ke
Yarê mezin vê ra yalke
Yarê biçûk li xwe marke
De min go şivani ye, şivani ye
Kiwa here timî bêli ye
Kolavî ji panzde hokayî li ser pi ye
Îş û gucê xwe tim rezilî ye
Min go pezê şivênî areng kirî
Li daviya mala mexel kirî
Lolo mere xwe li ba hevala mepesine
Ka nişanak te bi min va kirî
Da here lo lo, lo şivano, yar biçûk î, dil nezano
Serî yarê li binî nigano
Min go pezê şivênî ji peyiz de ji yarê ra bi carez gûz da
Lolo mere xwe mepesine
Kanê sozak te ve min da
De here lo lo, lo şivano yar biçuk î dil nezano
De min go şivanî ye sivanî ye kova here timî beli ye
Kolavî ji panzde hokayî li ser pi ye
Îş gucê xwe razilî ye

Gotin: Lalê Elî,